söndag 29 augusti 2010

Jînda êdî ziman bi mirovan ve girê dide


 Jînda sê rojên din dibe 2-salî. Ji niha de du zimanan bi kar tîne: kurdî û swêdî. Hevokên heta 3-4 peyvî bi kar tîne. Ziman bi mirovan re girê dide. Bi kesên kurdîaxêf re bi kurdî û bi kesên swêdîaxêf re jî bi swêdî diaxife. Wek mînak ji diya xwe re dibêje ”were!”, ji bavê xwe re dibîje ”kom!”. Do ji pîra xwe Sabîha re got, ”pîrê were rûne!” Ji Sanarya re got, “kom sitt!”. Sibehê dema ku şiyar dibe, karê wê yê pêşî tê ser nivînên me û dibêje, “Roj baş, kalo rabe!, Roj baş, pîrê rabe!”

Do me ji wê re wek dîyarîya rojbûna mitbaxeke lîstikê kirrî. Vê sibehê min jê re got, “Jînda, tu dixwazî ji min re çê çêkî?” got, “çay.” Fîncan bir ber kaniyê tijî av kir, danî ser ocaxê û da dest min. dema ku da dest min, got ”germ e”.

torsdag 24 juni 2010

Pîs firoke (Dumma flygplan)!

Em do êvarê Li Amedê, li Dîcle Kent li parka ”Ekîn”ê bûn. Parka Ekînê 300m li dûra mala me ye. Hewa gelek xweş bû. Me xwar û vexwar. Bayê çiyayê Qerejdaxê yê hûnik kêfxweşîya me dubara dikir. Wek her demê Jînda di navenda sohbet û baldariya me de bû. Wê carinan bi tempoya çapikên me li ser xalî û mînderên li ser çîm dîlan dikir, carinan xwe li ser balîvan lox dikir û carinan jî bala xwe dida lîstokên di dest zarokên din û dixwest ku em ji wê re bikirin. Di van rojan de, motorsîklet tiştê ku herî pir bala wê dikşîne ye. Di vê hewaya xweş de di êvareka Amedê ya weha hûnik de Li hêlekanê siwarbûn dilşadîyeke bê hempa dida Jîndayê.

tisdag 22 juni 2010

Kêfa me li Amedê di cih de ye! /Vi njuter i Amed/Diyarbakir


Li Amedê tama çaya piştnîvro û cîgkofte cihê ye./Smaken av eftermiddagste är mycket speciell i Amed.

Sabîha, Şîlan, Diljen, Jînda û ez em li Amedê ne. Em her roj kêmasîyeka malê temam dikin. Kêmasî naqedin. Me îro jî ji bo mitbaxê maseyek kirrî.
Li Amedê şîn û şadî bi hev re di govendê de ne. Bêhnê şer tê lê morala xelkê û rêxistinên kurd bilind e. Her kes dixwaze rojek berê aştiyeke bi rûmet pêk were, lê peyva teslîmiyetê şopa xwe wenda kiriye.

söndag 21 februari 2010

Peyvên Jîndayê yên pêşîn


Jînda niha 18 mehînî ye û bi du zimanan mezin dibe. Dayika wê û em yên din yên aliyê dayika wê bi kurdî û aliyê bavê wê û li pêşdibistanê jî bi swêdî bi wê re dipeyivin. Niha bi her du zimanan jî gelek tiştan fêm dike.

lördag 10 oktober 2009

Jînda ji aliyê hişmendîyê ve jî bi pêş dikeve


Jînda niha 13 mehî ye. Ne tenê di warê fizîkî de, di warê hizirî de jî gelek baş bi pêş ketiye. Dema ku bi tiştan dilîze, êdî dikare di navbera tiştan û fonksiyonên wan de girêdanekê peyda bike. Bo nimûne: Dema ku şeh dike destê xwe şeh radike û bi porê xwe dide. Ango dizane ku mirov bi şeh porê xwe şeh dike. Dema ku telefona destan digire, dibe ber guhê xwe û bi wan peyvên xwe yên ku mirov pir jê fêm nake dipeyive. Dema ku qelemê dike destê xwe, ku kaxezek li nêzî wê hebe, qelemê dide ser kaxez û dilivîne. Hewl dide ku morikan têke stuyê xwe. Û gelek tiştên din dike. Min ev tevger hefteya borî li ba wê destnîşan kirin.



Vê heftê ez neçîm Stokholmê ba wê, Sabîha bi tenê çû. Sabihayê vê sibê di telefonê de ji min re got, ”Dema ku Jînda sibê zû şiyar bû hat hemêza min û odeya ku tu hefteya berê tê de razayî nîşan da. Berê serê xwe ber derî re dirêj kir û bi dest nîşan da ku em herin wira. Min hilda û em çûn odeyê. Li nivînan mêza kir ku tu ne Li wir î, hinekî xemgîn bû. Çend deqeyên din dîsa xwest ku ez wê bibim wê odeyê. Min dîsa bir. Lê nivînê mêze kir ku kes tê de nîne teseliya wê ket.”