lördag 10 oktober 2009

Xwe ji asîmîlasyonê paqijkirin û pîvanên wê

Asîmîlasyon an jî pişaftina 85 salan birîneke kûr di derûnî û nasnameya kurdî de vekiriye. Rehên vê birîna reş heta gundan belav bûne. Vê birîna mêrat baweriya kurdan ya bi ziman û kurdbûna wan şikandiye. Ez behsa takekesan ya jî di nav bi dehan milyonan kurdan de grûbeka elît nakim, ez behsa bi milyonan kurdan dikim. Ji aliyekî ve dewlet çerxa asîmîlasyonê ya hovane bi hemû hêz û dezgehên xwe dizivirîne ji aliyê din ve kurd bi xwe bi rêya bikaranîna tirkî palpiştiya vê çerxê dikin û dibin hevşirîkên kuştina pêşeroja xwe ya kurdî.
Binêrin, ez salê çend caran têm welêt. Carinan bi mehan carinan bi hefteyan dimînim. Li gelek cihan digerim. Bê hin gundan, ez hîn pêrgî zarokan nehatime ku bi hev re bi kurdî dipeyivin* û bi kurdî dilîzin. Min li kolanan kêm kesên ”bajarî”, bi taybet jin dîtine ku bi zarokên xwe re bi kurdî diaxifin. Ez pêrgî berber, qesab, karkerên aşxane/lokanta, rojnamefiroş, şofêr û mahwînên otobus û minîbusan, karmendên şaredarî û dewletê û yên din nehatime ku bi min re ya jî bi muşteriyên din re bi kurdî dest bi dîalogê bikin. Lê dema ku ez bi kurdî tiştekî ji wan dipirsim ya jî bersiva wan didim, ew jî bi kurdî dest bi axaftinê dikin. Tu dibêjî qey polîtîkaya asimlasyonê serê xelkê otomatîk li gor tirkî program kiriye. Pirs ew e ku em ê vê programkirina otomotîkî çawan xirab bikin?

Lê ku min cilên/kincên kurdên gundî li xwe bikira, mimkun e, piraniya wan kesên ku min pîşeyên wan hejmartin dê bi kurdî bi min re deng bikirana. Ev tê çi wateyê? Ev encama serketina polîtîkaya "kurd gundî ne, nezan in, zimanê kurdî zimanê gundiyan e, lê tirkî zimanê bajariyan e. Ji bo ku mirov bibe tiştek divê mirov tirkî hîn bibe." Hele hele jineka ku cilên/kincên ”bajarî” wek ku li hemû welatan jinên ”bajarî” li xwe dikin, li xwe bike, kes pê re bi kurdî napeyive, ta ku ew bi xwe bersiva wan bi kurdî nede. Lê dema ku jinên weha bi kurdî dipeyivin jî yên li derdorê diheyirin û dipirsin, ‘hûn ji ku ne?’ ku tu bêjî ez ji Amedê me, "dibêjin na, kurdiya te degişik e." Ango bawer nakin ku jineka amedî ya bajariya normal jî bi kurdî dipeyive.

Rojekê ez û Sabîha em ji çarşiyê dihatin malê. Dema ku em ê biketana avahiya ku mala me tê de bû, ez ‘tê de bû’ dibêjim, ji ber ku me sê hefte berê mala xwe ji wir bar kir bir Dîcle Kentê, jineka amedî li ser derenceyên derve rûniştibû. Wisa dixuya ku karekî wê li IHD hebû. Wê demê mala me û Sabîhayêdi heman avahiyê de bûn. Çawan ku jinikê bihîst ku em bi kurdî bi hev re dipeyivin, got “çiqas xweş e, ku sosyeteyên wek we bi kurdî xeber didin.” Min û Sabîhayê me li hev mêze kir û wek ku em bêjin ‘sosyete ku çi sosyete’. Helbet wê jinikê sosyete di wateya bajarî de bi kar anî. Ew mînak nîşan dide ku li bajarên kurdan, bi taybetî keç û jiniên ‘bajarî’ yên ku bi kurdî dipeyivin pir hindik in. Loma yên ku dipeyivin bala gel dikşînin.

Li Bakur, di warê nasnameya kurdî de, hişmendiyeke siyasî ya mezin çêbûye. Bi ya min ku ev hişmendî bi ziman û çanda kurdî neyê têkûzkirin dê mayinde nebe. Hema hema li her derê, xelk ji kesên ku, bi taybet bi zarokên “bajarî” yên ku bi kurdî dipeyivin hez dike, lê pirsgirêk ew e ku bi xwe napeyivin.

Di qada siyasetê de rewş xirabtir e. Di xebata siyasî de zimanê kurdî pir hindik tê bikaranîn. Di vê qadê de, ber bi paşiyê ve, hin pêşdeçûn hebin jî, karekterê pêvajoyê otoasîmîlasyon e. Min di nîvîsa xwe ya berî vê de di xebatên DTP’ê de rewşa zimanê kurdî anîbû zimên. Loma ez naxwazim carek din dubare bikim. Yên ku wek Osman Baydemir û hin siyasetmedarên din cidiyeta vê meselê fêm kirine divê pirtir bin.

Di saziyên me yên çandî de jî rewş kêm-zêde eynî ye. Dema ku ez diçim serdana wan, bi min re bi kurdî, lê gelek ji wan bi hev re bi tirkî dipeyivin. Ez wê rojê li şaredariyeka me bûm. Şaredariyeka ku ji bo kurdî bedelên mezin dane. Du karmendin herî nêzî şaredar, li ba min, bi hev re bi tirkî, bi min re bi kurdî axifîn. Piştî hişyarkirina min, axaftina xwe zivirandin kurdî. Heman tişt li Navanda Çandê ya Dîcle û Firatê jî qewimî. Ez carinan xwe wek mufetîşê kurdî hîs dikim û pê nerehet dibim.

Ev hemû mînak diyar dikin ku me ruhê xwe ji asîmîlasyonê paqij nekiriye. Gelo mirov çawan dizane ku mirov ruhê xwe ji asîmîlasyonê paqij kiriye ya na? Krîterên vê yekê çi ne? Min li gor serpêhatî û tecrubeyên xwe hin xal destnîşan kirine. Kesên ku li gor van xalan tevdigerin dikarin bi dilekî rehet û serbilîndî bêjin ku min xwe ji asîmîlasyonê paqij kiriye ango şuştuye û ez bi nasnameya xwe ya kurdî dijîm. Ka werin em hemû xwe test bikin.

Pîvanên xwe ji asîmîlasyonê paqijkirinê:


- Ku mirov li seranserê Kurdistanê, li her derê, (di otobus, mînîbus, texsî, aşxane, otêl, qehwexane, market, sertraş, terzî, dermanxane, maxaze, banqe, şaredarî, polîs jî têde hemû dayreyên dewletê, saziyên kurdan, balafirgeh û hwd de) bi kurdan re bi kurdî dipeyive.


- Bi zarokên xwe re her dem û li her derê bi kurdî dipeyive.

- Îbadeta xwe bi kurdî dike, ango bi kurdî gazî xwedê dike, wek ”ya Rebî tu me ji xezeba vê dewletê star bikî, tu quwetê bidî xebatkarên azadiyê û hwd.

- Navên kurdî li zarokên xwe dike.

- Ji zarokên xwe re pirtûk û CD’yên kurdî dikire û ji wan re dixwîne.

- Zarokên xwe dişîne kursên ziman û çanda kurdî.- Di telefon, MSN, SMS, Facebook de bi kurdan re bi kurdî dipeyive ya jî dinivîse.

- Ji kurdan re nimreya telefona xwe bi kurdî dibêje.

- Qîmetê dide hemû zarave û devokên kurdî. Tinazên xwe bi kurdiya kesî nake.

- Cesaret dide kurdên ku hindik kurdî dizanin û wan teşwîkî peyivîna kurdî dike.

- Her roj rojnameya Azadiya Welat, an jî ku hebe, kovar ya jî rojnameyeke din ya ku xwerû bi kurdî ye dikire û hewl dide ku bixwîne.- Dema ku di partî û saziyên kurdan de bi tirkî tê peyivîn pê nerehet bibe û vê nerehetiya xwe bi awayekî maqûl diyar dike.

- Bes bi tirkan û kurdên ku ji ber sedemên cuda bi kurdî (kurmancî û zazakî) nizanin re bi tirkî dipeyive.

- Bi kes yan jî heyetên biyanî re bi kurdî dipeyive, ku werger pêwîst be, ji kurdî bo zimanê biyanî, ji zimanê biyanî jî bo kurdî tê kirin.

Her xal 10 pûan in. Li gor pûanan dê encamek û fikrek di derbarê bandora asimlasyonê ya li ser mirov derkeve holê. Ez hêvîdar im kesekî/a ku ji teknîka komputerê fêm dike van pirsan bi pûanên wan program bike ku em daynin ser înternetê jî.

Kesên ku van xalan di jiyana xwe ya rojane de tam bi bi cî tînin û 140 pûanan bigirin, ez ji we re ji %100 garantî didim ku xwe ji asîmîlasyona zimanî û derûnî baqij kirine. Nasnameya kurdî di kûrahiya ruh û mêjiyê wan de hatiye nexşkirin. Bi pêşeroja jiyaneka kurdewarî bawer in û rêza wan hem ji wan bi xwe re hem jî ji ziman û çandên din re heye. Di jiyana rojane de bicihanîna van xalan ne zehmet e. Min û bi sedan hevalên din me ev xal ceribandine. Ev xal li Kurdistanê, nêzî ji %100 bi cih tên.

Ji bo ku mirov xwe ji asîmîlasyona siyasî jî tam paqij bike divê mirov hem van xalan bi cî bîne hem jî li gor hêza xwe di nav hewldan ya jî tevgereke siyasî ya ji bo misogerkirina pêşeroja nasnameya kurdî de cih bigire. Ev cihgirtin dikare ji dengdanê heta berpirsiyariyeke siyasî ya mezintir bê guhertin. Hem xwedî ji nasnameya kurdî derketin hem jî dûvikê partiyên sîstemê bûyin bi hev re nabe. Li vir ez dixwazim pêşniyarekê bikim. Divê hemû komelên KURDÎ-DER’ê, TZPKurdî û saziyên din yên ku bi ziman û çanda kurdî ve mijûl dibin, li her bajar û bajarokî sertifîqa bidin kesên ku ruhê xwe ji asîmîlasyonê paqij kirine. Mumkun e,ev pêşniyar ji bo miletên din sosret be, lê ji bo rewşa kurdan guncav e. Van sertifîqayan mirov dikare di roja cejna zimanê kurdî de belav bike.

Tu tiştek wek ziman bandorê li ser man û nemana miletekî nake. Kesên ku dixwazin bi çand, ziman, dîrok û erdnîgariya xwe wek kurdên serbilind bimînin û bijîn divê ruhê xwe ji asîmîlasyonê paqij bikin. Ev ziman yê me hemûyan e. Berpirsiyariya parastin û pêşvebirina wî jî dikeve ser milê me hemûyan. Ez dizanim, çareseriya rastî ya parastin û pêşvebirina zimanê me ji zarokxaneyê heta zanîngehan perwerdeya bi kurdî ye. Heta ku em vî mafî bi dest bixînin, werin em her yek bibin çalakvanê parastin û pêşvebirina zimanê xwe.

*Peyivîn: xeber dan, axaftin, qise kirin, şor kirin, mijûl bûn, qezî kirin, ştexilîn, deng kirin, gilî kirin.

Têbinî: Ev nivîs di Rojnameya Azadiya Welat de derketiye.
Wêne: DIHA

Inga kommentarer: