Pêşveçûnên teknolojiya ragihandinê, bi awayekî bi lez û bez berdewam in. Ev pêşveçûn, di warê bikaranîna mafê azadiya fikir de, rê li ber delîveyên nû xweş dikin. Ev delîveyên nû, bi taybetî, bikaranîna mafê takekesan yê fikirî û ramanî ji nav lepên patronên medyayê derdixin.
Êdî her kesê/kesa ku fikreka xwe hebe û bixwaze bi kesên din re parve bike, dikare ji xwe re bloggekê ava bike. Ji bo avakirina bloggekê ne pere, ne rûn, ne xwê û ne jî zanyarîyeke zêde ya teknîka komputerê pêwîst e.
Ji îro û pê ve ez jî xwedî bloggekê me. Ez ê hewl bidim ku carnan dîtinên xwe yên li ser hin pirsan bi we re parve bikim.
Heta careka din bimînin di xweşiyê de
måndag 1 oktober 2007
Prenumerera på:
Inlägg (Atom)