söndag 6 juli 2008

Konferanseka bi heyecan û tijî hêvî



Yekemîn konferansa hîndekarî û perwerdeya kurdî, bi dirûşma “ Êdî bes e, em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin” dest pê kir. Konferens di salona Şaredariya Rezan (Baglar) ya Amedê de pêk tê. Hema hema ji hemû bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê Îzmîr, Enqere, Stenbol û Konyayê 150 delege û gelek mêvan beşdarî konferansê dibin. Di vekirina konferansê de Osman Baydemîr, Aysel Tugluk, Serokê DTP’a Ameda Necdet Atalay û Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, Şaredarê Yenîşehîrê Firat Anli, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn û gelek kesên din jî amade bûn.

Konferansê bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtina bi awayê deqeyekê rawestandina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.



Ji bo dîwanê Sadik Varli, Mulkiye Bîrtane û Aydin Alokmen hatin hilbijartin. Qahir Bateyî axaftina vekirinê kir. Bateyî di axaftina xwe de li ser girîngiya konferansê û rêxistinbûna tevgera perwerde û zimanê kurdî rawestiya û konferens wek konferanseke dîrokî nirxand.

Serokê Înstîtuya Kurdî ya Stenbolê û berdevkê komîsyona perwerdeyê Samî Tan li ser armanc û mebesta konferansê axaftinek kir. Samî Tan weha got: “ Armanca TZPKurdî geşkirina têkoşîna ji bo mafê perwerdeya kurdî ye. Asta rêxistina TZPKurdî xebateka nû dixwaze. Ev konferans dê li ser plankiriina vê xebata nû biryaran bigire. Loma ev konferans ji yên din cudatir e. TZPKurdî îradeyek derxistiye holê. Ew îrade vê konferansê amade dike. Kesên beşdar mamostetî kirine, di avakirina kursan de cih girtine. Beşdarên konferansê mamoste û têkoşerên zimanê kurdî ne, kesên ku biryarên vê konferansê bi cih bînin jî ew bi xwe ne. Lewma jî ev konferans ji yên berê cudatir e.” Ji bilî vê axaftinê Samî Tan di beşa gotaran de jî li ser “Rewş û taybetiyên zimanê kurdî” jî axaftinek pêşkêş kir.

Baydemîr: Li mala me kurdî qedexe ye


Osman Baydemir jî di konferansê de axaftinek kurt kir. Baydemîr weha got: “Sebebên birçîtî, xirabkirina gundên me û hemû êşên din doza me ya ji bo zimanê me ye. Ji bo ku em doza zimanê xwe dikin loma ewqas êşan tînin serê me. Divê em rewşê berevajî bikin. Çawa ku li dibistanê kurdî qedexe ye, li mala me jî tirkî qedexe ye. Heyran, ku rewş bi vî awayî beravajî nebe, bi xebatên weha nabe. Siyasetmedarên me navên kurdî li zarokên xwe dikin lê zarok bi kurdî nizanin. Dema ku gazî wan dikin dibêjin, “Heval gel”, “Egît gel”, Zîlan gel”. Ev nabe. Divê em kesên berpirsiyar ji xwe dest pê bikin. Ku em zimanê xwe bi kar bînin, dê bibe.

Piştî nîvro, min li ser rewşa kurdî, taybetmendîyên perwerdeya nûjen, erkên mamosteyên kurdî û mînaka perwerdeya kurdî ya li Swêdê axaftinek kir.

Adar Jiyan li ser formasyona pedagojîk, Sadik Varli li ser “Rê û rêbazên hînkirina kurdî”, Ronahî Onen li ser “Di perwerdeyê de zarok”, Şerîf Derînce li ser “Materyalên dersê” û Mevlut Aykoç li ser “Planên dersê û mufredat” teblîx pêşkêş kirin.

Konferansê bi hewayeke gelek germ dest pê kir û dê sê rojan berdewam bike. Di rojeva konferansê de hem li ser mijarên perwerdeyê pêşkêskirina presentasyonan heye hem jî beşa dîyalogên bihevguhertina tecrûbeyan heye. Her du beş jî bi rêkûpêk dimeşin.

Di navbera mamosteyên nû û yên kevn de dîyalog

Hêjayî gotinê ye ku di konferansê de diyalogeka germ di navbera mamosteyên nû yên ciwan (genc) û yên kevn de pêk tê. Dema ku mirov heyecana ji kurdîxwedîderketinê û zanyariyên pedagojîk yên nûjen li ba mamosteyên kurd yên ciwan dibîne hêvîyên mirov yên ji bo pêşeroja perwerdeya kurdî mezin dibin. Dema ku min di roja pëşî ya konferansê de guhdariya çen mamosteyên ciwan kir, naverok û forma peresentasyona wan kêfeka mezin da min. Wek mînak, ji mamosteyên ciwan Ronahî Onen li ser rola çîrok, stran, mamik, wêne, lîstik, zûgotinok a di perwerdeyê de pêşkêş kir. Hem di warê naverokê de hem jî di warê forma pêşkêşkirinê de gelek serketî bû.Li gorî agahiyan Ronahî Onen bi xwe mamosteya zimanê îngilizî ye, lê ev du sal in, li NÇM’a Stenbolê dersên kurdî dide komek zarok. Wê di prensentasyona xwe ji wê pola xwe ya kurdî jî hinek dîmen pêşkêş kirin. Her weha mamosteyê ciwan Şerîf Derînce jî di pêşkêskirina presentasyona xwe ya li ser “materyalên dersê” de gelek biserketî bû. Hêjayî gotinê ye ku Şerîf li ser vê mijarê mastira xwe dike.

Heyecaneke tijî hêvî

Yek ji konferansên ku heyecaneke tijî hêvî dide min ev konferans e. Hûn dê bêjin çima? Berî her tiştî mijar mijara perwerdeya kurdî ye. Ya duyem asta amadekirin û nîqaşên konferansê bilind e. Di konferansê de êdî kes girîngî û pêwîstîya zimanê zikmakî nîqaş nake. Ji ber ku beşdarên konferansê vî warî de îqna ne. Di şûna wê de, nîqaş li ser “mirov çawa dikare sîstemeka nûjen a ji bo perwerdeya kurdî biafirîne” tên kirin. Piraniyeka mezin a beşdaran a hemû kesên ku mijaran pêşkêş dikin xwedî formasyoneka pedagojîk in û ji kodên hev fêm dikin. Loma di vê konferansê de ji nîqaşan encamgirtin hêsan e. Mirov dikare bêje ev konferans ne tenê konferanseka axafinê ye, ya plankirin û bicîhanîna xebatên nû yên parastin û pêşvebirina zimanê me ye.

Pirsa perwerdeya kurdî di heman demê pirseke siyasî ye. Lewma jî dil dixwest ku nûnerên siyaseta legal jî di konferansê de beşdar bûna, ji xebatên konferansê sûd wergirtina. Heke siyasetmedarên me beşdariyê di xebatên wiha de nekin dê çawa li ser vê mijarê polîtîkayan biafirînin.

Loma ev konferans, li Bakur, bi mijar û beşdarên xwe konferanseka yekem û dîrokî ye. Bijî TZPKurdî ku konferanseka weha girîng û bi rêkûpêk amade kiriye.
2008-07-06
Haydar Diljen
Not: Ev nivîs, di 06.07.2008ê de, di rojnameya "Azadiya Welat" de hatiye weşandin.