söndag 22 juni 2008

Kelepçe

Min pêr taştê xwar û ez li Stockholmê li balafirê siwar bûm. Nîvro ez li Stenbolê bûm. Xanima min Sabîha jî li gel min bû. Me bi Samî Tan re li Stenbolê li Aksarayê firavîn xwar.

Heman rojê êvarê em gihaştin Amedê. Hevalê me mamoste Mahmûd Çetîn em ji balafirgehê hilanîn û anîn mala me ya li Taxa Bajarê Nû (Yenîşehîr). Me şîv jî li Amedê xwar. Hûn dibînin cîhan çiqas biçûk bûye. Wek ku Cegerxwîn di helbesta xwe ya bi navê “Heval Pol Robson” de dibêje:
“.....
Li vir xurînî bixun hingivîn
Li Mosko taştê, firavîn li Çîn
Li Newyorkê şîv, li London paşîv....”

“Mamoste Heyder?”

Balafira me li Balafirgeha Amedê daket. Em li hêvîya vekirina derîyê balafirê bûn ku em ji balafirê derkevin. Em li rêza 5ê bûn. Hûrmûrên me yên biçûk di destên me de bûn û em li pê rawestîyayî bûn. Min dengeh ji paş xwe bihîst. Dengekî ku digot,. “mamoste Haydar?”Ez zivirîm, min li kesê xwedî dengê “mamoste Haydar?” mêze kir. Yekî devken û temenê wî li derdora 40-45 salan bû. Got, "te ez nas kirim?” Ez çend saniyan fikirîm. Awirên min, bi dereceya herî bilind ya baldariya min bi wî ve kilît bûn. Lê min nas nekir. Mecbûr mam ku bêjim “na”. Got “Mihemed Nûr ....” Min got, “kelepçe?” Kenîya û got, “belê”.

Balafir tijî bû. Hemû rêwî li ser pêyan bûn. Me bi tenê dikaribû destê xwe dirêjî hev bikira. Ez û Sabîha em berê wî ji balafirê derketin der ve. Ez li serê derenceyê li hêvîya “wî” mam. Hat. Me hevûdu hembêz kir. Me bi destê hev girt û em bi hev re ji balafirê daketin xwari. Li Erdê me carek din hevûdu hemêz kir. Hûn niha meraq dikin, gelo ew Mihemed Nûr kî ye? Hinekî din sebir bikin, ez ê ji we re bêjim.

Me di nav çend deqeyan de gelek pirs ji hev kirin. Pirsên wek niha tu li ku rûdinî? çi dikî? Nasên hevbeş li ku ne? Çi dikin? Û hwd.

Mihemed Nûr kî ye?Mihemed Nûr, di dema cuntaya sala 1980ê de li Amedê li Lîseya Ziya Gokalpê şagird bû. Ez jî mamoste bûm. Lê ez wê demê li “Ataturk Ortakolu” mamoste bûm. Em bi hev re hatibûn girtin. Ez 16 rojan bi awayekî çavbestayî di îşkencexaneyê de mam. Dema ku ez veguhaztim bo cihê kesên binçavkirî, min ew li wir dît. Wê demê temenê wî 16-17 salî û yê min jî 29 salî bû.

Çîroka min a heta niha tiştekî asayî ye. Lê girêdana min û ya Mihemed Nûr bi awayekî din balkêş e. Ez mamoste û ew şagird bû. Destên me herduyan bi hev re bi heman kelepçeyê xistin û em birin dadgehê. Mihemed Nûr bi vê helwesta rêveberiya leşkerî tinazên xwe dikirin. Destên me yên kelepçekirî li ba dikirin û dikenîya. Morala wî gelek di cih de bû.Em herdu jî wê rojê hatin berdan. Me destên xwe yên kelepçekirî bi heman hewayî li ba kirin û hatin cihê binçav û du roj piştî wê jî em ji cihê binçav derxistin. Piştî wê rojê min Mihemed Nûr qet nedît.

Piştî 28 salan cara yekê min ew di balafira Amedê de dît. Ev hevdîtinek gelek bi heyecan bû. Me nimireyên telefonên xwe dan hevûdu. Me rojek destnîşan kir ku ez û Sabîha em herin mala wî.

Hêjayê gotinê ye ku Sabîha wê demê li Lîseya Ziya Gokalpê mamosteya wî bû.

Mihemed Nûr, niha nûnertîya şîrketeke dermên ya herêma Amedê dike.

Wî em ezimandin mala xwe. Em ê sê roj şunda herin mala wî. Mala wî li nêzî mala me ye.

22.07.2008, Amed

måndag 16 juni 2008

Civîna Taha Berwarî ya bi grûbek kurdên Bakur re

Do li Stockholmê Taha Berwarî, wezîrê gencan û sporê yê Başûrê Kurdistanê bi grûbek kurdên Bakur re civînek pêk anî. Li derdora 40 kesan beşdarî civînê bûn. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû û kesên ku beşdarbûn jî ji aliyê Buroya Hikumeta Herêma Kurdistanê ya Bakurê Ewropayê ve şexsî hatibûn vexwendin. Ez yek ji wan kesan bûm.

Civîn gelek serketî derbas bû. Taha Berwarî bi axaftineka destpêkirinê behsa rewşa Başûrê Kurdistanê kir. Paşê jî kesên beşdar hin dîtin xwe anîn ziman û pirsên xwe ji Berwerû kirin. Ji ber ku civîn ji çapemeniyê re girtîbû ez naxwazim behsa detayên civînê bikim. Lê hêjayî gotinê ye ku civîn di atmosferek gelek germ û dostane de derbas bû.

Her weha Taha Berwarî di civînê de gelek serketî bû. Wî profîlek kurdistanî nîşanda.