söndag 31 augusti 2008

Tu bi xêr hatî Jîndaya Şêrîn!


Neviya me ye pêşî hat dunyayê! Îro li paytexta Swêdê li Stokholmê li Nexweşxaneya Danderydê ji keça me Sîlanê re keçek çê bû. Dê û bavê wê nave wê Jînda lêkirin. Jînda, neviya me ya yekem e. Em gelek kêfxweş in.
Ez û Sabîha em îro çûn serdana wê. Tenduristîya wê û ya dayika wê Şîlanê gelek baş e. Me kartek nivisî û danî ser gulên ku me bi xwe re biribûn. Çend hevokên ku me li ser kartê nivîsîbûn, ez dixwazim bi we re jî par ve bikim:

onsdag 27 augusti 2008

Zewaca Arjen û Jîyanê pîroz be!


Kurê me Arjen û Jîyan Zandî roja şemîyê li Swêdê li bajarê Vesterosê bi şahîyekê zewicîn. Jîyan Zandî ji malbata Zandî ye ku ji Kerkûkê ne û di televizyona Swêdê de wek pêşkêşvan û programçêker kar dike. Arjen jî endezyarê (muhendîs) teknîka medyayê yê bilind e û li Aftonbladet kar dike. Gelek hevalên wan ên ji cîhana çapemeniya Swêdê beşdarî dawetê bûn.
Ji dost û hevalên herdu malbatan û ji hevalên Arjen û Jîyanê 300 kes beşdarî dawetê bûn. Di nav wan de gelek ronakbîrên kurd, swêdî û yên miletên din hebûn.

måndag 4 augusti 2008

Xûçê! tu yê her tim bi qencîya xwe di bîra me de bî


Birajina mina mezin Siltan Otlu, ku ew di malbata me de wek “Xûçê” tê nasîn îro li Mêrsînê di nexweşxaneyê de wefat kir. Min xebera mirina wê gavek berê bi telefonê bihîst. Min do ji birayê xwe Remzan (mêrê wê) re telefon kir û rewşa wê pirsî. Birayê min got, “rewşa wê giran e, di nexweşxaneyê de ye, Her çar keçên wê li ser wê ne.” Min texmîn kir ku êdî li vê dunyayê rojên wê pir nemane. Min îro dîsa telefon kir. Min got, rewşa Xûçê çawa ye? Birayê min yekser got “merdi la” (mir lo)! Hîsên wek ku diya min bimire hatin min. Bi rastî jî ew di zaroktiya me de ji me re wek dêya me bû. Ew beşek mezin ji dîroka malbata me bû.

Ez gelek bi ber ketim. Ez ji oda rûniştinê rabûm çûm odeyeka biçûk, min derî li ser xwe girt û ez têra xwe giriyam.

Ew demek bû ku nexweş bû. Di vê dema dawiyê de dema wê ya mezin di rêya nexweşxaneyê de derbas dibû.

Ez du hefte berê çûm Mêrsînê serdana wê. Ji ber nexweşîyê gelek zeîf bûbû. Taqeta wê kêm bûbû, lê li ser xwe digeriya şûûrê wê di cih de bû. Me hevûdu hemêz kir, maç kir. Bi serdana min gelek dilşa bû. Sabîha û zarokên me yeko yek pirsîn. Got, “te çima Sabîha û zarok nanîne.” Min got ew dê havîna bê werin. Got “ez ne bawer im, ez heta havîna bê bimînim. Te banîna me dê hevûdu bidîta.”


Bi rastî hêviya min jî tune bû ku dê heta havîna bê bijiya. Dema ku mirov li halê wê û jarbûna wê mêze dikir mirov texmîn dikir ku temenê wê pir nemaye. Dema ku di 20ê tîrmehê (20.07.2008) de min jê xatir xwast, ji min re got, “li min helel bike”. Me hevûdu maç kir û em ji hev qetiyan. Êdî wê jî dizanibû ku nan û ava wê li vê dunyayê pir nemaye.

Got “we çima daweta Arjen li vir nekir. Ku li vir bûya me yê jî bidîta. Lê ku ez wa nebûma, ez ê dîsa jî bihatama dawetê.” Min got, min jî dixwast ku em dawetê li vir bikin, lê nebû. Got “dîsa jî bira bi xêr û naflî be.” Wê û kekê Remzan got, “ku we dawet li vir bikira me yê xaniyê xwe bida bûk û zava.”

Ez salên Xûçê nizanim. Lê dema ku ew bi birayê min ê mezin Remzan re zewijî ez hîn nehatibûm dunyayê. Wê demê birayê min Sefer, ê ji min mezintir, hîn di pêçekê de bûye. Birayên min Hesen û Mihemed jî zarokên sivik bûne. Her çendî dêya me hebû jî Xûçê gelek cefa di ber me de xwariye. Birayên min ên ji min mezintir wê mezin kirine. Ji ber ku mala me maleka mezin bû û loma dêya me bi karê malê, mêvan û zarokan re nedigihand.

Xûçê ji Semsûrê ji navçeya Kolikê ji gundê Çavgurê bû. Ji mala Osman Axa bû. Malbata wê jî malbateka mezin bû. Piranî li gundê Bilêlê û Çavgurê rûdiniştin. Lê li Semsûrê, Kolikê û gelek deverên din jî mirovên wan hebûn. Pismamê wê Yusuf Yilmaz bi salan di parlamana Tirkîyê de parlamenterî kir.

Xûçê, dema ku ji gundê Çavgurê wek bûk hat mala me, peyvek jî bi dimilî (zazakî) nedizanî. Ji ber ku ew ji malbateka kurmanc bû û em dimilî (zaza) bûn. Li gundê wê û derdora ku ew lê mezin bûbû, bi kurmancî û li gundê me Xerzinoyê, ku li Sêwregi li nehya Bûcêx e, bi dimilî dihat peyivandin. Birayê min Remzan bi wê re bi dimilî û ew jî bi birayê min re bi kurmancî dipeyivî. Lê di warê zimên de pir bi înad bû. Wê qet nedixwast bi dimilî bipeyive (şoran bike). Paşê birayê min kurmancî hîn bû şûn de wî bi kurmancî bersiva wê dida. Ango ew teslîma înadiya Xûçê bû. Bi xêra wê piraniya malbata min hînî kurmancî bû. Hetta mirovên me yên din jî kurmancî hîn bûn. Lê zarokên wê bûn zarokên duzimanî. Ango hem kurmancî hem dimilî hîn bûn. Çar keç û du kurên wê hene. Ez hejmara nevîyên wê nizanim, lê li derdora bîstan in.



Rojekê ji malbata Xûçê grûbek bi hespan dikevin rê û tên gundê me Xerzinoyo mêvandarîyê. Dema ku mêvan tên mirov û hin gundiyên me jî tên mala me ba mêvanan. Demsal havîn e û germ e. Xaniyê me du tebaxe ye. Sifrê li ser xênî radixin. Wê demê du kûçikên me yên har hebûne. Kûçik, bi roj girê didan û bi şev ber didan. Yek ji ser xênî gazî dike, dibêje “koçikan biyarê” (kevçîyan bînin). Mirovên Xûçê dizanin ku kûçikên me yên har hene. Yek ji wan ji hevalê xwe yê li nêzî xwe re dibêje “vana kûçik berdan, bi tenê dernekeve der ve”. Bi tirs xarina xwe dixwin. Lê paşê ji wan re ferqa “koçik” û “kûçik” tê îzehkirin.

Dema ku dêya min bi nexweşîyeka giran ketibû û êdî nikaribû rabe ser xwe, ya ku pirtir xizmeta wê dikir Xûçê bû. Ez wê demê yazdeh salî bûm. Ez qet ji bir nakim, Xûçê dêya min li pî dikir û dibir der ve, kincên wê dişuştin. Bûk û mirovên me yên din jî hebûn, lê ....
Piştî demeke kin dêya min mir. Jixwe dema ku ez şeş salî bûm jî bavê min miribû.

Dema ku ez biçûk bûm; Xûçê ji bo min wek stargehekê bû. Stargeheka zarokekî sêwî!

Xûçê!
Cefayê te di ber me de pir e. Em qet bi te neêşîyan, ez ne bawer im ku cîranên te jî bi te êşiyabin. Em ê te tim bi wî rûyê te yê bi ken, qiseyên te yên nerm, dilê te yê saf û tijî evîna mirovan bi bîr bînin.


Ez gelekî diêşim, ji bo ku min nikaribû werim merasima cenazeyê te û di şîna te de rûnim. Lê ez soz didim te, her ku ez werim Mêrsînê ez ê tirba te ziyaret bikim.

Cihê te behişt (cenet) be Xûçê!

Haydar Diljen Otlu
03-08-2008, saet 20.30