torsdag 3 januari 2008

Kurê me Arjen bi Jîyan Zandî re destgirtî bû


Du 22-12-2007 de, li Swêdê li bajarê "Jönköpîng"ê kurê me Arjen bi Jîyan Zandî re destgirtî bû. Ji hin hevalên Arjen û jîyanê, xism, dost û hevalên herdu malbatan 200 mêvan beşdarî şahîya nîşanê bûn. Hesen Şerîf, Gursel û grûba wan ya muzîkê bi coşeka germ şahî geş kir.

Daweta Arjen û Jîyanê dê di destpêka payîza 2008ê de li Stockholmê çêbe.

Em Arjen û Jîyanê pîroz dikim û di jîyana wan ya nû de ji wan re barek bextewarî dizwazin.
Malbata Diljen