lördag 10 oktober 2009

Jînda ji aliyê hişmendîyê ve jî bi pêş dikeve


Jînda niha 13 mehî ye. Ne tenê di warê fizîkî de, di warê hizirî de jî gelek baş bi pêş ketiye. Dema ku bi tiştan dilîze, êdî dikare di navbera tiştan û fonksiyonên wan de girêdanekê peyda bike. Bo nimûne: Dema ku şeh dike destê xwe şeh radike û bi porê xwe dide. Ango dizane ku mirov bi şeh porê xwe şeh dike. Dema ku telefona destan digire, dibe ber guhê xwe û bi wan peyvên xwe yên ku mirov pir jê fêm nake dipeyive. Dema ku qelemê dike destê xwe, ku kaxezek li nêzî wê hebe, qelemê dide ser kaxez û dilivîne. Hewl dide ku morikan têke stuyê xwe. Û gelek tiştên din dike. Min ev tevger hefteya borî li ba wê destnîşan kirin.



Vê heftê ez neçîm Stokholmê ba wê, Sabîha bi tenê çû. Sabihayê vê sibê di telefonê de ji min re got, ”Dema ku Jînda sibê zû şiyar bû hat hemêza min û odeya ku tu hefteya berê tê de razayî nîşan da. Berê serê xwe ber derî re dirêj kir û bi dest nîşan da ku em herin wira. Min hilda û em çûn odeyê. Li nivînan mêza kir ku tu ne Li wir î, hinekî xemgîn bû. Çend deqeyên din dîsa xwest ku ez wê bibim wê odeyê. Min dîsa bir. Lê nivînê mêze kir ku kes tê de nîne teseliya wê ket.”

Xwe ji asîmîlasyonê paqijkirin û pîvanên wê

Asîmîlasyon an jî pişaftina 85 salan birîneke kûr di derûnî û nasnameya kurdî de vekiriye. Rehên vê birîna reş heta gundan belav bûne. Vê birîna mêrat baweriya kurdan ya bi ziman û kurdbûna wan şikandiye. Ez behsa takekesan ya jî di nav bi dehan milyonan kurdan de grûbeka elît nakim, ez behsa bi milyonan kurdan dikim. Ji aliyekî ve dewlet çerxa asîmîlasyonê ya hovane bi hemû hêz û dezgehên xwe dizivirîne ji aliyê din ve kurd bi xwe bi rêya bikaranîna tirkî palpiştiya vê çerxê dikin û dibin hevşirîkên kuştina pêşeroja xwe ya kurdî.

Şivan Perwer: Dê Dunya bi Amedê bihese!

Hevpeyvînek taybet ji bo Azadiya Welat:



Do êvarê li Stokholmê 13:emîn festîvala çanda kurdî ya li Skandinavyayê pêk hat. Bi hezaran kes bi coşeke mezin beşdar bûn. Yek ji taybetiyên vê festîvalê ew bû ku piştî 10 salan cara yekem Şivan Perwer derdiket pêşberî temaşevanên ku piraniya wan alîgirên PKKê û dostên wan bûn. Ez jî tê de gelekan meraq dikir ku dê peywendiyên Şivan û beşdaran çawa bin û Şivan dê çê bêje. Ez ji salên 70yî û bi vir de ye ku Şivan ji nêzîk ve nas dikim. Dema ku mala wî li Swêdê bû, em li heman bajarî diman û peywendiyên me nezîktir bûn. Zarokên me bi hev re mezin bûn.