söndag 31 augusti 2008

Tu bi xêr hatî Jîndaya Şêrîn!


Neviya me ye pêşî hat dunyayê! Îro li paytexta Swêdê li Stokholmê li Nexweşxaneya Danderydê ji keça me Sîlanê re keçek çê bû. Dê û bavê wê nave wê Jînda lêkirin. Jînda, neviya me ya yekem e. Em gelek kêfxweş in.
Ez û Sabîha em îro çûn serdana wê. Tenduristîya wê û ya dayika wê Şîlanê gelek baş e. Me kartek nivisî û danî ser gulên ku me bi xwe re biribûn. Çend hevokên ku me li ser kartê nivîsîbûn, ez dixwazim bi we re jî par ve bikim:


Tu bi xêr hatî dunyayê!
Tu bi xêr hatî nav malbata me!

Bibore, me ji te re dunyayek xweşik û paqij amade nekir, lê em amede ne ku evîna xwe ya germ bidin te.
Em hemû; dê û bavê te, hemû xismên (meriv) te, hevalên dê û bavên te û yên me, bi jidayikbûna te pir dilşa ne. Em te, dayika te Şîlanê û bavê te Mîkaîl maç dikin û ji te re jiyaneka bextewar dixwazin.
Pîra te Sabîha û kalê te Haydar
31ê tebaxê 2008, Stokholm





Inga kommentarer: