onsdag 27 augusti 2008

Zewaca Arjen û Jîyanê pîroz be!


Kurê me Arjen û Jîyan Zandî roja şemîyê li Swêdê li bajarê Vesterosê bi şahîyekê zewicîn. Jîyan Zandî ji malbata Zandî ye ku ji Kerkûkê ne û di televizyona Swêdê de wek pêşkêşvan û programçêker kar dike. Arjen jî endezyarê (muhendîs) teknîka medyayê yê bilind e û li Aftonbladet kar dike. Gelek hevalên wan ên ji cîhana çapemeniya Swêdê beşdarî dawetê bûn.
Ji dost û hevalên herdu malbatan û ji hevalên Arjen û Jîyanê 300 kes beşdarî dawetê bûn. Di nav wan de gelek ronakbîrên kurd, swêdî û yên miletên din hebûn.


Dawetê bi axaftinaka bi kurdî û swêdî ya birayê Arjen yê biçûk Diljen dest pê kir. Diljen di axaftina xwe xêrhatin da mêvanan û li ser bernameya şahîyê de agahî dan.
Paşê Gursel û Sîdar Yîgît bi grûba xwe re derketin ser dikê.

Bûk û zava li ber salonê bi dihol û zirnê hatin pêşwazîkirin. Mêvan derketin der ve û li ber salonê, bi bûk û zava re, li ber dihol û zirnê govend girtin. Ev beşa dawetê bû wek dawetên Kurdistanê yên berê yên li hewşên malan. Li ser bûkê û zava re wek baranê şekir barî.



Ev mehek e ku hema hema herr roj li Swêdê baran dibare. Lê roja dawetê hewayeka gelek xweş ya bi tav hebû. Pêşkêşvanê rapora hewayê yê SVT (Televizyona Swêdê) Per Erik jî di dawetê de bû. Henek dikir û digot, ev hewaya xweş min ji bo daweta Arjen û Jiyanê siparîş kiriye!


Paşê bûk û zava bi dengê zilxitan û rîtmên dihol û zirnê bi mêvanan re derbasî salonê bûn. Li Salonê, bi dengê Sîdarê yê zelal û hestyar strana ”Sîpan sîpan” dansê dest pê kir û bûk û zava dans kirin. Piştî çend deqeyên dansa valls, tempo bilind bû, bi strana ”bûkê delalê” û yên din govend geş bû. Bi sedan kes bi hev re ketin govendê.



Piştî germiya muzîka kurdî û govendê min bi kurdî û swêdî axaftineka xêrhatinê kir. Bi kurtî axaftina min:

Dost û hevalên dilovan!

Hûn li ser seran, li ser çavan hatine şahîya Jiyan û Arjen. Di jiyana mirov de roj hene ku gelek teybetî û girîng in. Mirov dixwaze kêfxweşîya xwe ya ji bo rojên weha bi dost û hevalên xwe re par ve bike. Loma em bi beşdarbûna we ya vê şahîyê gelek dilşa ne. We şeref da me! Spas ji we re ku hûn bi hemû hestên xwe yên germ îşev bi me re ne.



Em kurd mecbûr man ku ji welatê xwe derkevin û li sirgûnîyê bijîn. Hinan hêvî dikir ku em li hev belav bin, lê weha nebû. Em li derveyî welêt jî gihan hev. Ne tenê em kurd gihan hev, me ji miletên din ji jî xwe re dost peyda kirin. Îşev di vê salonê de ji Efriqa, Asya, Latîn Amerîka û Ewrupayê hevalên me hene.

Ma ji vê yekê xweştir tiştek heye?

Di cihanê de gelek bûyerên trajik diqewimin, lê carna ev tişt derî li hin tiştên xweş re vedikin. Binêrin, Jiyan ji Kerkûkê ye, Arjen ji Amedê ye. Malbatên herduyan ji sirgûn bûn hatin Swêdê. Îşev Amed û Kerkûk destên xwe dirêjî hev dikin.

Pîroz be destgirtina Amed û Kerkûkê.

Spas Arjen, ji bo ku te keçeke wek jiyanê ya delal û jîr dît û kir bûka me. Spas jiyan, ji bo ku tu bûyî bûka me. Tu bi xêr hatî nav malbata me! Heta niha keçeka me hebû, niha du keçên me hene: Şîlan û Jiyan
.



Pîroz be Arjen!
Pîroz be Jiyan!


Muzîk

Giraniya muzîkê li ser Sîdar Gursel û hevalên wan bû. Lê Rêbîn jî bi grûbekê re beşdar bû. Serhedo jî du stranên xwe pêşkêşkirin. Bi rastî jî divê êdî mirov ferqekê têxe navbera muzîka kurdî ya ku di şahîyên me yên berê de bes kurd lê guhdar dikin û ya ku di civaka îro de li bajaran, bi taybetî ku mirovên ji welatên din beşdar dibin. Bi ya min ku mirov bixwaze di şahîyekê de guh bide muzîkeka bi kalîte li ber govendê bigire divê mirov hunermendên wek Sîdar, Gursel û hevalên wan dawet bike. Wan dawet gelek geşkirin. Muzîkeka bi kalîte û li gor rîtmên govenda kurdî pêşkêş kirin. Spas û hezar maç û hemêz ji we re! Em ji muzîka we têr nebûn. Hûn her bijîn!


Xwarin û vexwarin

Fîrmayek lubnanî amadekirin û serwîsa xwarinê girtin ser xwe. Vê fîrmayê bi 10 personelên xwe ev kar gelek bi rêk û pêk meşandin. Lîsteya xwarinê (menu) ji mezeyên rojhelata navîn, kebaba fîleyê mirîşkan, kebaba şîş û pastaya fêkî (torta) pêk dihat. Vexwarin ji çay, qehwe, babet babet vexwarinên bê alkol, şerab û bîra pêk dihat. Xwarin ji her maseyê re wek bufe hat serwîskirin.

Cilên kurdî

Bûk û zava, li derdora saet 22.00ê cilên xwe yên dawetê yên klasîk bi cilên kurdï ve guhertin. Bi dihol û zirna û zilxitan hatin salonê. Wek ku dawet ji nûve dest pê bike. Cilên kurdî jî gelek li wan dihatin. Bi sedan kesan bi wan re wëne kişandin.

Şahîya heneyê û marbirrîn


Şahîya henne du roj berê li Stockholmê, li mala xuşka Jîyanê Nazikê pêk hat. Xismên herdu malbatan yên nêzîk û çend hevalên Arjen û Jîyanê beşdar bûn. Sermonîya marbirînê jî çend saet berî dawetê li Vesterosê li mala, birayê Jîyanê, Ednan pêk hat. Herdu malbat û hin hevalên wan beşdar bûn. Bi hev re firavîn xwarin. Hem henne hem jî marbirrîn di atmosferek germ de derbas bû.


Wêne û fîlm

Wêneyên dawetê ji aliyê çar wênekêşên profesyonel ve hatin kişandin. Ji televizyona Aftonbladet du kameremanên profesyonel dawet û marbirîn qeyd kirin, bi beşdaran re hevpeyivîn çêkirin. Wekî din jî bi dehan kamera wêne û fîlm hatin kişandin.


Daweta Arjen û Jîyanê berî havînê hat plankirin. Plansazîyeka bi detay hat kirin. Hetta şiklê kêrik û çetelan, rengê gul û perdeyên li ser maseyan jî hat plankirin.

Zarok

Zarokên biçûk di dawetê de pir kêm bûn. Gelek ji mêvanan zarokên xwe yên biçûk bi xwe re nanîbûn dawetê. Vê yekê hem rehetiyek dida mêvanan hem jî konsentrasyona wan ya dawetê bilindtir dikir.

Maseyên mêvanan hatibûn diyarkirin

Cihê hemû beşdaran ji berê de hatibû diyarkirin. Ango kî dê li ku û li ba kê rûne ji berê de diyar bû. Plankirineka weha hem rehetî û hêminîyek da mêvanan û hem jî stresa pêşwazîkirin û bicihkirina mêvanan kêmtir kir.

Spas

Em ji hemû beşdarên daweta kurê xwe Arjen û bûka xwe Jîyanê re spasên xwe yên ji dil pêşkêş dikin ku bi hemû hestên xwe yên germ beşdarî dawetê bûn û dawet geş kirin. Ev dawet bi gelek aliyên xwe daweteka taybet bû. Yek ji taybetîyên dawetê ew bû ku mêvanên me bi awayekî germ û ji dil beşdarî dawetê bûn. Vê germîyê, bi saeta Ewropayê, heta 02.00 ajot. Heta niha gelekan bi telefonê, maîl û axaftinên rûbirû kêfxweşî û razîbûna xwe ya ji bo germî û birêkûpêkbûna dawetê ji me re gotin. Di destpêka plankirinê de me ji xwe re kir armanc ku em ji bo rihetkirina mêvanên xwe daweteka bi rêkûpêk li dar xin. Li gor dîtinên mêvanen me ev armanca me pêk hat.

Hinek ji mêvanên dawetê ji bilî herdu malbatan

Alan, Alexander Green, Ali û Nezahat Zerdeşt, Amed Tîgrîs, Amer û Shewa Salih, Anna Henjer, Anupam Arora, Arezki Belkadi, Azad Erdem, Lorîne Erdem û Suzane Bamernî, Bawer û Hulya Coşkûn, Berivan Yildiz, Bertil Jonasson, Betsy Ehrlund, Bokan Yigit, Burhan Balikci, Celadet, Şemal û Evîn Çelîker, Chali Mayi, Cherine Khalil, Cîhan Karakoyun, Daniel Krigh, Dilovan Kassab, Dilsa Demirbag Sten û Torbjörn Sten, Elin Grönlund, Elisabeth Ström, Evîn Çetîn, Evylina Bjuhr, Fanka û Ove Mild, Farhîya Omar, Ferid Demirel, Fredrik Sadjak û Jessica, Fuad Aram, Galip û Sûna Aksoy, Geoff û Liza Chapman, Gitte Östling, Göran û Elisabeth Ekstedt, Gulan Avci û Fredrik Malm, Gulay Aksoy, Gursel, Hatîce Kamer û Emîn Kamer, Helena Koumi, Hêlîn û Nermîn Aslan, Huseyîn, Zaîde û Remzî Ûçmaz, Ida Kjellin, Îhsan Espar, Îlyas Bakir, Özlem Bakir û Zozan Bakir, Inci Ince, Katarina Sandström, Kemal Görgu, Kent, Harriet û Andreas Andersson, Kiyo Eliasi, Lewend Tasin, Lina Henningsson, Lucia Acosta, Mahmûd Lewendî, Hêlîn û Berfîn Lewendî, Malmîsanij, Mia Ridderstedt, Mîran Amîn û Perwîn Seîd, Nafî Çilgin, Aras Lindh, Nasser û Eva Ghazi, Nazenîn Mustafa, Nihat û Mencê Saganda, Nimet Aydin û Leyla Aydin, Nimet Çetîn, Erdal Furan, Nîşan Bamernî û Berîvan Bamernî, Nûr Tutal, Osman Aytar û Lorîn Aytar, Paşa Ûzûn, Pauli Sudra, Per Edström, Per Erik Åberg, Peter Ottsjö, Remzî, Zeyneb û Hêlîn Kerîm, Reşo Zîlan, Rezan Demirbag, Rushen Dal, Said, Gulistan, Asmahan û Jiyan Aslan, Salim Çelîker, Samal Ako, Sanna Wallin, Sara Olson, Serfi Serin, Serhado, Serko Amîn û Zozan, Seva (Sebastian), Sevîm Saner, Shamal Ako, Shamal Bishîr, Şemsedin û Leyla Aslan, Sîdar Yigit, Sîlva Öz, Şivan Mustafa û Fênik, Şûkrî Urgun, Sylwia Jaworska, Tahsin Aslan, Tania Twana, Tara Twana, Zilan Ciftci, Zinarê Xamo û Hêvî, Zuhre.

H. Diljen

>>>Wêne/foto/bilder

1 kommentar:

Zinar Ala sa...

Gelek spas birêz Heyder:

We raporeke pir xweş çêkiriye, we hesret di dilê me de hîşt jiber em ne li dawetê bûn, pîroz be ji Kerkûk û Amedê re zewaca van herdu ciwanan. Em gelek kêfxwesbûn ku hûn ketin cîhana blogan, em ê her dem li benda nîvîsandinên we bin. Lê ew axaftina te di dawetê bi xêza xwar baş ne diíta xwendin, me bire word daku em bixwînin, hêjabû ku were xwendin.

Silav u rêz ji Zinar Ala

Ji Spanya ta Kurdistan http://zinarala.wordpress.com/