söndag 12 april 2009

Azadiya Welat ala nasnameya rojnamegerîya kurdî ye


Belê, neyarên ziman û hemû hebûnên kurdan carek din rûyê xwe yê hovane nîşan dan; Azadiya Welat girtin. Bi girtina Azadiya Welat, carek din sextekarîya wan derket holê. Di propogandaya hilbijartinan de, di serî de serokwezîr, çend peyvên kurdî dikirin devê xwe û qirêj dikirin û bi vî rengî dixwestin xwe wek dostê zimanê kurdî nîşan bidin. Bi girtina Azadiya Welat carek din ev sextekarîya wan diyar bû. Herweha bi vê çavsoriyê perdeya durûtîya wan a li ser konsepta TRT6ê (alti) jî hinekî din rabû. Hêvîdar im îcar hin kurdên ku xwe li kerrîyê datînin jî vê sosretê bibîzin.

Azadiya Welat ji 1992ê vir de ye ku ala zimanê me bilind dike. Vê alê di van salên dawîyê de li ser bircên Amedê pêl dida. Belê, neyar çavnebar in, lê divê em jî bi heman rikê ala zimanê xwe, ala nasnameya rojnamevanîya kurdî, ango Azadiya Welat biparêzin.

Ku li ba kurdan ev dilsozî û biryardarîya ku ji bo mafên xwe di newroz û hilbijartinên 29ê adarê de nîşan dan hebe û tevgera kurd jî xwedîyê zanyarî û hebûna mezin ya rojnamegerîyê be, kurd dê tu carî bê rojname nemînin. Loma bila kes xwe nexapîne.

Ez bi hêrseke mezin girtina Azadîya Welat şermezar dikim û ji rêvebir û xebatkarên wê re piştgirîya xwe nîşan didim.

Inga kommentarer: