tisdag 14 april 2009

Operasyona hêvîşikandinê


Îro li dijî DTP êrîşeke berfireh, ku tam layiqê dewleta tirk e, pêk hat. Li 13 bajaran serdegirtina buroyên partiyê pêk hat. Her weha hêzên dewletê avêtin ser gelek malan û bi sedan kes hatin binçavkirin. Çima ev êrîş?

Di newroza 2009ê û hilbijartinên 29ê adarê de moralê gelê kurd yê ji bo doza mafê xwe gihaşt asta herî bilind. Di van rojan de hêvîyên gelê kurd bihara jîyaneka azad dijîyan. Dilsozîya kurdan ya girêdana têkoşîna ji bo mafê xwe gelek bi hêz bûbû. Neyarê çavnebar hew xwe ragirt û planeka êrîşê ya pirralî xist jîyanê.

Vê planê bi operasyonên li çiyan li dijî şervanên azadiyê dest pê kir. Li Amarayê bi kuştina du ciwanên kurd xwe eşkere kir ku sivîl jî di hedefa vê operasyonê de ne. Di vê navberê de çûn û hatina berdevkên dewleta tirk yên ji bo Başûr, Iraqê, Ewropa û Emerîkayê jî zidetir bûn. Û îro êrîşa mezin ya li dijî DTPê û hin saziyên kurdan yên din pêk hat.

Di gelek belgeyên dewletê yên şerê taybet de heye ku dibêje “divê hêvîya kurdan bê şikandin ku bi pêşereojeka kurdewarî ya azad bêhêvî bin ku ji tevgera azadiyê bi dûr bikevin.” Ji bo vê yekê jî planên taybet dixin jiyanê. Ev êrîşa îro jî yek ji planên weha ye.

Ku em kurd li dijî vê êrîşê bêdeng bimînin û xwe sist bikin dê êrîşên weha hîn xurttir bi ser me de werin. Divê em rê nedin ku hêvîyên me bişkînin. Lewma divê her kes li gor îmkanên xwe li dijî vê erîşê raweste. Ez vê êrîşê wek êrîşeke li dijî xwe dibînim, şermezar dikim û piştgiriya xwe bi DTPê re diyar dikim. 2009-04-14

1 kommentar:

Anonym sa...

Ez jî tevlî we dibim nirêz Haydar û vê êrîşê bi tundî şermezar dikim.
Rêz û silav ji Spanya