lördag 10 oktober 2009

Şivan Perwer: Dê Dunya bi Amedê bihese!

Hevpeyvînek taybet ji bo Azadiya Welat:



Do êvarê li Stokholmê 13:emîn festîvala çanda kurdî ya li Skandinavyayê pêk hat. Bi hezaran kes bi coşeke mezin beşdar bûn. Yek ji taybetiyên vê festîvalê ew bû ku piştî 10 salan cara yekem Şivan Perwer derdiket pêşberî temaşevanên ku piraniya wan alîgirên PKKê û dostên wan bûn. Ez jî tê de gelekan meraq dikir ku dê peywendiyên Şivan û beşdaran çawa bin û Şivan dê çê bêje. Ez ji salên 70yî û bi vir de ye ku Şivan ji nêzîk ve nas dikim. Dema ku mala wî li Swêdê bû, em li heman bajarî diman û peywendiyên me nezîktir bûn. Zarokên me bi hev re mezin bûn.
Ku ez bi hevokekê performansa Şivan û germiya beşdarên festîvalê ya ji bo Şivan bînim zimên, ez dikarim bêjim ku Şivan û beşdarên festîvalê do êvarê Solna Hallen hejandin. Kêfa Şivan û beşdaran gelek di cih de bû. Piraniya beşdaran kurdên ciwan (gênc) bûn. Destên wan li hewa bûn, Şivan car car mîkrofona xwe dirîjî wan dikir û wan li şûna Şivan stran berdewam dikir. Bi 100an, 1000an dest li hewa bûn . Li pêş sahnê destê xwe dirêj dikirin ku Şivan bi destên wan bigire. Şivan jî bêyî ku bibetile destê xwe gihand bi sedan destan. Welle car caran dîmenên peywendiyên wek di navbera şêx û mirîdan de derdiketin holê.

Şivan di dawiya konsera xwe de bi coşeka di asta herî bilind de ”Berxwedan jiyan e” û ”Kî ne em” got. Salon tam hejiya. Dema ku di strana ”Berxwedan jiyan e” de ”dengê gerîla ji qadê tê” got, coşa ciwanan jî bilind dibû. Beşdaran car car bersiva ”Kî ne em” bi ”Apocî ne em” didan.

Ez saet di 19.00an de çûm festîvalê. Festîvalê di 17.00 de dest pê kiribû, lê hîn jî li ber derî bi sedan kes di dorê de bûn ku têkevin salonê.

Min ji sibehê de biryara xwe dabû ku ez bi Şivan re hevpeyivînekê bikim. Yek ji pêşkeşvanên festîvalê Ayşe Guler bû. Min ji Ayşe re got, ”Şivan hatiye salonê, got, ”na”. Min got baş e, kî dê bizanibe ku Şivan hatiye salonê y a na? Got ”ez”. Min got yanê îşev desthilatdariya te ewqas mezin e? got, ”belê mamoste”. Tam di wê demê de Armanc hat kulîsê. Min ji wî re jî got, Şivan li ku ye? Got ”ez ê herim bînim.” Min xwe bi xwe got, ”min tam mirovê xwe dît”. Armanc soz da min, dema Şivan were dê gazî min bike.

Saet di 21.15 de Armanc got, ” kerem bike, Şivan li kulîsê ye.” Ez û Diljen çûn oda ku Şivan lê bû. Me Serxwebûn li ber derî dît. Me xêrhatin da hev û min pirsî, Şivan li ku ye, Serxweûn got ”li hundur e,” kerem bike. Em çûn odeya Şivan, çend kesên din li wir bûn. Yek ji wan Aydin Orak bû. Min rojek berê Li Stokholmê temaşe û guhdariya Aydin Orak kiribî. Lîstika wî gelek serketî bû. Min derfet dî ku ez wê yekê jê re bêjim. Mizgîn Bîngol jî li wir bû. Bi Şivan re me xêrhatin da hev, hevûdu hemêz kir. Wî ez bi zazakî pêşwazî kirim.

Dema ku Diljen 3-4 salîbû, Şivan carina ew bi xwe re derdixist ser sahnê û wî jî ”kî ne em digot”. Tam xwe wek Şivan dikir. Kêfa Şivan jî ji vê yekê re pir dihat. Min Diljen nîşanî Şivan da û got, ka binêre ev kî ye? Şivan bi qasî deqeyekê lê mêze kir û got, ”yaw ev ne Kî ne em e? Min got, ”belê, ew e.” Şivan Diljen ber bi xwe kişand, hemêz kir û ji yên ku di odeyê de bûn re behsa zaroktiya Diljen kir.

Min soza piştî konserê hevpeyvînê girt û em ji kulîsê derketin çûn salonê. Şivan jî amadakeriya xwe ya derketina ser sahnê dikir. Min texmîn kir ku dê piştî konsera Şivan li ber kulîsê îzdeham çêbe. Min ji hevalên peywirdar re got, ”divê hûn ji min re rê vekin ku ez bikaribim werim ba Şivan. Wan soz dan ku alîkariya min bikin.

Di salên 80 û 90î de dema ku Şivan li Uppsalayê bû, me kengî bixwasta me hevîdu didît, min kengî bixwasta min telefon dikir. Lê îşev ji bo ku bikaribim Şivan bibînim, hindik ma k u bertîlê bidim!

Piştî konserê ez daketim kulîsê. Lê ji bo ku ez xwe bigînim Şivan diviyabû ez ji du barîkatên bi du deriyên klîtkirî û bi dehan peywirdarên festîvalê ku ji ”kurdên ciwan” pêk dihatin derbas bibama. Min herdu barîkat jî bi saya ”mamoste”bûn û Azadiya Welat derbas kirin. Lê bi sedan kes li ber derî bûn û dixwestin bi Şivan re wêneyan bikşînin. Vê seremoniyê wênekişandinê bi kêmasî saetekê ajot. Piştî saetekê peywirdarên şevê dawî li vê sermoniyê anîn û me dest bi hevpeyvîna xwe kir. Min pirsî Şivan bersiv da û Sabîha jî wêne kişandin.

Ez ê di 2010ê de vegerim Amedê

Ez vê havînê li welêt bûm. Gelek kesên ku ez bi wan re peyivîm li benda çûna te bûn. Dihat gotin ku tu dê di 1ê îlonê de li Amedê bûya. Gelo planek wisa hebû?

Na, min tu carî wext diyar nekiriye. Ku derfet çê be û her kes razî be, ez ê herim welêt. Niha min çûna xwe wek projeyek mezin daye ber xwe. Hedef sala pêş me ye.

Ango sala 2010ê?

Belê

Tu dixwazî cara pêşî herî Amedê ya bajarekî Turkîyeyê, te Stenbol bi nav kir?

Min dema ku got “Stenbol”, wek ku tu xwê bavêjî agir, Şîvan got. Na na, çi Stenbol çi hal, helbet Amed. Ez xwediyê gotina xwe me. Di nav bajarên Kurdistanê de cihekî Amedê yê taybetî heye. Loma çûna min ya pêşî ji bo vî bajarî be û Amedê ev tişt heq kiriye. Dunya dê bi Amedê bihese. Ez ê Amedê bi dunyayê bidim hesandin.

Te di axaftina xwe ya li Almanyê de got: ”Bakur dayika Kurdistanê ye. Ku Bakur yekitiyekê ava neke şerm e.” Di serê te de yekitiyek çawa heye?

Belê, Bakur dayika Kurdistanê ye. Lê li Bakur eniyek çênebû. Li hemî dunyayê miletên bindest eniyeke neteweyî ava dikin. Ev li Bakur pêk nehat. Rêxistinek çiqas mezin be jî divê rêxistinên din û ronakbîran jî hesab bike. Mesela ez nikarim bêjim, ”ez hunermendekî mezin im, hunermendên din ne tiştek in.” Helbet ev ne rast e. Her kes li gor derfetên xwe tiştekî dike. Her kes li got hêza xwe tiştekî dike.

Di 29ê adara 2009ê de hilbijartin çêbû. DTP nêzî 2,5 miljon deng girtin. Yên ku li dijî DTPê bûn hemû bûn yek û li derdota 20 hezar deng girtin. Ango bi qasî mixtarekî li taxka Amedê jî deng negirtin. Mixtarekî li Rezan (Baglar) 25 hezar deng girtibûn. Gelo ev yek nîşan nade ku gel yekitiya xwe li derdora DTP pêk aniye?

DTP demokratîk dimeşe. Wek navê xwe demokratîk e. Dê vî îşî bibe û bi serkeve jî. Ev demokratîkbûna DTPê sempatî ji berehev dike.

Baş e, ji bo biserketina DTPê tu dikarî çi bikî?

Çi ji dest min were ez amede me ku bikim. Ez ji xizmetê narevim.

Tu 10 salan ji temaşevanên îşev dûr bûyû. Lê temaşevanan îşev alaqeyek gelek germ ji bo te nîşan dan û te jî bi performanseke gelek bilind bersiva vê germiyê da. Gelo vê yekê, di van deqeyên pêşî yên piştî konserê de, hestên çawa li ba te peyda kirine?

Li vir Şivan dikene û dibêje: Berê hertiştî ez neçûm, ez li van deran bûm. Wan xwe ji min bi dûr xistibû, ne k u ez bi dûr ketim. Helbet ez gelek kêfxweş im. Germiya di navbera min û hezkiriyên min de her tim baş e û performansa min jî ya berê ye.

Ez ji 74ê bi vir de ye ku te ji nêz ve nas dikim. Min gelek caran tu zindî li ser dikê guhdar kiriye, lê performansa te ya îşev di asta herî bilind de bû. Heman germî ji aliyê guhdaran de jî hebû.

Belê,em kurd êdî neteweyî difikirin. Mesela îşev beşdarên şevê sloganên wek ”Bijî serok Apo” davêtin. Ez bi vê yekê aciz nabim, bira bavên. Şev şeva wan e, bira bavêjin. Dema ku ez diçim şeva pertiyeke din ew jî sloganên xwe davêjin. Bira ew jî bavên. Em her kes karê xwe dikin. Divê mirov êdî teng nefikire. Neteweyî fikirandin hêzê dide me û me bi hev dide hezkirin.

Ango divê hunermendekî wek te ne amîgoyê rêxistineka siyasî be û ne jî neyartiya wan bike, ne wisa?

Belê, eynî wîsa.

Em dîsa vegerin ser çûna te ya welêt. Te behsa projeyekê kir. Gelo pêvajoya vê projeyê di kîja qonaxê de ye? Ji sedî çendê wê pêk hatiye?

Ji %40 pêk hatiye.

Helbet niha di dilê te de wextek heye, ne?

Belê, wek sal heye. Min ji te re got, hedef 2010 e.

Mirov dikare bêje newroza 2010ê?

Na, ez ji bo munasebetan naxwazim vegerim. Bila çûna min bi taybet be. Ev 34 sal in ku ez li derveyî welêt im. Divê çûna min li gor vê yekê be. Ez dixwazim xizmetên mezin bikim. Divê qedrê vê yekê bê girtin. Ez dixwazim bi xwe re gelek hunermendên dunyayê bibim û Amedê bi dunyayê bidim nasandin.

Ez li ser vê meselê bi Ahmed Turk re peyivîm. Ahmet Turk gelek fireh difikire û germ li projeya çûna min mêze dike. Lê hinek jî teng difikirin û dixwazin ez bi munasebeteka wek Newrozê herim welêt. Helbet cihê Newrozê di jiyana kurdan de cihekî gelek girîng û bi rûmet e. Pîrozbahîyên Newrozên Amedê vê yekê diyar dikin. Divê şaş neyê fêmkirin, ez Newrozê biçûk nabînim. Lê ez naxwazim çûna min bi munasebetekê ve bê girêdan.

Bi kurtî, tu dixwazî di sala 2010ê de vegerî welêt. Li welêt jî cihê ku tu dixwazî pêşî vegerî Amed e. Ji bo vê yekê projeyek heye û ji %40 amadekariya vê projeyê pêk hatiye, ne?

Belê

Haydar Diljen
19.09.2009Stockholm


Têbinî: Ev hevpeyivîn di Azadiya Welat de hatiye weşandin

Inga kommentarer: