Jînda niha 13 mehî ye. Ne tenê di warê fizîkî de, di warê hizirî de jî gelek baş bi pêş ketiye. Dema ku bi tiştan dilîze, êdî dikare di navbera tiştan û fonksiyonên wan de girêdanekê peyda bike. Bo nimûne: Dema ku şeh dike destê xwe şeh radike û bi porê xwe dide. Ango dizane ku mirov bi şeh porê xwe şeh dike. Dema ku telefona destan digire, dibe ber guhê xwe û bi wan peyvên xwe yên ku mirov pir jê fêm nake dipeyive. Dema ku qelemê dike destê xwe, ku kaxezek li nêzî wê hebe, qelemê dide ser kaxez û dilivîne. Hewl dide ku morikan têke stuyê xwe. Û gelek tiştên din dike. Min ev tevger hefteya borî li ba wê destnîşan kirin.
Evy ek nîşan dide ku ew ji niha ve girêdanekê di navbera min û Sabîhayê de dibînê. Ji ber ku heta niha em her tim bi hev re çûna ba wê ya jî dema ku ew hatiye mala me em bi hev re bûne.
Lê Jînda her tiştî di forma lîstikê de dike. Jiyan ji bo zarokan lîstik e. Hişmendî û hestên wan bi lîstikê mezin dibin. Bi lûstok û lîstikê xwe ji bo jiyanê amade dikin. Di lîstikê de tûşî pirsgirêkan dibin, bi xwe pirsgirêkan çareser dikin. Bi vî rengî hînî sebir, tolerans û hestên xwebixwebaweriyê dibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar