tisdag 22 juni 2010

Kêfa me li Amedê di cih de ye! /Vi njuter i Amed/Diyarbakir


Li Amedê tama çaya piştnîvro û cîgkofte cihê ye./Smaken av eftermiddagste är mycket speciell i Amed.

Sabîha, Şîlan, Diljen, Jînda û ez em li Amedê ne. Em her roj kêmasîyeka malê temam dikin. Kêmasî naqedin. Me îro jî ji bo mitbaxê maseyek kirrî.
Li Amedê şîn û şadî bi hev re di govendê de ne. Bêhnê şer tê lê morala xelkê û rêxistinên kurd bilind e. Her kes dixwaze rojek berê aştiyeke bi rûmet pêk were, lê peyva teslîmiyetê şopa xwe wenda kiriye.

Jînda li rojnameya Azadiya Welat e. /Jînda är på den enda kurdiska dagstidningen "Azadiya Welat"s huvudkontor i Diyarbakir/Amed.

Do Sabîha, Şîlan û Jînda çûn serdana rojnameya Azadiya welat. Diljen hinekî nexweşbû û li malê ma. Lê piştî ku lehmecûnên Amedê yên tûj xwarin di cih de baştir bû. Azadiya Welat, Enstîtuya kurdî, Kurdî-der, Navenda ciwanan ya Cegerxwîn, avahîya BDPê gelek nêzî mala me ye. Ew li alîyekî ”Parkorman” in, em li aliyê din. Em bi peyatî diçin serdana van rêxistinan.


Ev çalakiya Jîndayê ya siyasî ya yekem e. Ew li "Parka koşû yolu" bi çepikên xwe yên biçûk piştgiriya "Dayikên aştiyê" dike./ Det är Jîndas första politiska manifestation. Hon stödjer "fredsmammorna" med sina applåder.


Her weha em do bi hev re beşdarê çalakiya Dayikên aştiyê bûn. Dayikên aştiyê di Parka ”Koşû yolû” de li dijî şer daxiyaneyek dan çapemenyê. Ev yek, li Amedê, çalakiya Jîndayê ya siyasî ya yekem bû. Jînda bi kenekî ji dil û bi çepikên xwe yên biçûk beşadarê çalakiyê dibû.

Jîndayê bi kêfxweş û lotikan li nav Parka "koşu yolu" baz dida./ Jinda tog en eftermiddagspromenad i en av Diyarbakirs attraktiva parker med mamma, mormor och morfar.


Li "Parkorman"ê meşek/En promenad i "Parkorman".
Êvarê me li ”Ormanparkê meşek pêk anî û paşê jî em li ”Firat Cafe” rûniştin û me ”çîgê goşt” (çîgkofte) xwar.
Îro min dê Abdullah Demîrbaş bidîta. Saet di di 10.30 ji min te tel kir got, ”Ez hîn Li enqerê me. Doktor îzîn neda min ku ez ji nexweşxaneyê derkevem, lê ez ê di dawiya heteyê de werim Amedê”.

Îro ez û Sabîha em çûn sedana IHD, Komela mafê mirovan, û BTPê. Li komela fmafê mirovan em bi cîgirê serok Burhan Zoroglu û endama rêveberiyê abokat Rûşen re peytivîn. Em li ser rewşa zarokên girtî û serdana Partiya Çep ya Swêdê ku dê hefteya pêş me pêk were rawestiyan. IHD dê alîkariya me bike ku em serdana girtîgehê û hevdîtinek bi malbatên zarokên girtî re pêk bînin.


Burhan Zoroglu, cîgirê serokê Komela Mafê Mirovan/Burhan Zorogluvice, ordförande i föreningen för mänskliga rättigheter

Ji wir em çûn serdana DTPê. Li BDPê em ji aliyê serokê BDP berêz Nîjad Arda ve hatin pêşwazîkirin. Me bi Nîjad Arda, Cemal û Yuksel re sohbet kir. Em bi Nîjad Arda re li ser detayên serdana heyeta Partiya Çep ya Swêdê rawestiyan. Me li ser civîna çapemeniyê nirxandinek kir. Em ê civîna çapemeniyê li BDPê çêkin.


Ez û Sabîha bi serokê BDPê yê Amedê Nîjad Arda re/Jag och Sabiha med Nijad Arda, ordförande i BDP (Fred och Demokrati Partiet) för Diyarbakirs län.

Paşê dema ku em hatin malê, Jîndayê li balkonê (şaneşîn) di hewza xwe de kêfê dikir. Pêştî firavînê dor hat ser lîstina bi Jîndayê re. Roja me bi amadekirina kebaba balcanan ku me şand firûnê berdewam kir.

Li Amedê nîvê dema me li balkonê (şaneşîn) derbas dibe. Niha ez baştir fêm dikim ku çima balkonên Amedê weha mezin in. Jînda li balkonê kêfê dike/Vi spenderar hälften av vår tid på balkongen. Nu förstår jag bättre varför det byggs så stora balkonger i Amed. Jinda njuter av sommaren på balkongen.


Lîstika ku Jînda herî pir jê hez dike/Jindas favoritlek.
22-06-2010, Amed

Inga kommentarer: