torsdag 24 juni 2010

Pîs firoke (Dumma flygplan)!

Em do êvarê Li Amedê, li Dîcle Kent li parka ”Ekîn”ê bûn. Parka Ekînê 300m li dûra mala me ye. Hewa gelek xweş bû. Me xwar û vexwar. Bayê çiyayê Qerejdaxê yê hûnik kêfxweşîya me dubara dikir. Wek her demê Jînda di navenda sohbet û baldariya me de bû. Wê carinan bi tempoya çapikên me li ser xalî û mînderên li ser çîm dîlan dikir, carinan xwe li ser balîvan lox dikir û carinan jî bala xwe dida lîstokên di dest zarokên din û dixwest ku em ji wê re bikirin. Di van rojan de, motorsîklet tiştê ku herî pir bala wê dikşîne ye. Di vê hewaya xweş de di êvareka Amedê ya weha hûnik de Li hêlekanê siwarbûn dilşadîyeke bê hempa dida Jîndayê.


Lê 12 balafirên (firoke) şer ên ku di navbera saet 20.00 21.00ê de, bi awayekî nizm, li ser me re firiyan dawî li kêfa me anî. Dengê wan guhên mirov kerr dike. Jînda bi dengên balafiran ê ji nizîk tirsiya û çend caran li ser hev got ”pês firoke”. Rojnamevan Hatice Kamer (Xecê) jî li ba me bû. Xecê got, ”Jînda ji niha ve propoganda dike”. Îşev Jînda çend caran di xewê de ji ber xwe ve got, ”pîs firoke”.


Bifikirin, bi salan e ku bi sedhezaran zarokên kurd her şev û roj dengê van firokeyên dijminên jiyanê dibîzin û ev firoke wek kabûs dikevin xweynên wan.

Bi hêvîya dawîanîna dengê van firokeyên, bimînin di xweşiyê de.

Dumma flygpan!

Igår njöt vi av ännu en fin kväll i en av Diyarbekirs parker. Jinda var sällskapets mittpunkt och hon hoppade runt bland dynorna på gräset medan vi andra drack te och kaffe. Men så började F-16 stridsplanen lyfta från militärflygplatsen inne i stan, tolv stycken inom loppet av en timme, och ett öronbedövande ljud dränkte våra skratt. Helt plötsligt sa Jinda ”pîs firoke!”, dvs ”dumma plan” och syftade på stridsplanen. Men Jînda kommer bara att uppleva det här några veckor varje sommar medan tusentals kurdiska barn är med om samma sak varje dag och natt…

24 juni 2010, Diyarbalir/Amed

Inga kommentarer: